Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Îranê IRNA’yê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) danê şev li ser başûr û rojavayê welêt êrîşên hewayî pêk anîn û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn.
Ajansê ragihand ku 6 keştiyên li eyaleta Hurmuzgan a li peravê Kendava Hurmuzê hatin hedefgirtin. Televîzyona dewleta Îranê jî ragihand ku ji vane 2 keştî li herêma Bandar Khamir in.
DYE: ÊRÎŞÊN PÊLA 6’AN TEMAM BÛN
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) şeva pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku pêla 6’an a êrîşên hewayî ya li ser bi dehan hedefên leşkerî yên li Îranê, temam bûn.
Li gorî televîzyona dewleta Îranê, di bombebaranên tevahiya şevê de 2 pir, balafirgehek û stasyoneke trenê hatin hedefgirtin.
WEZARETA TENDURISTIYÊ YA ÎRANÊ: 38 KES MIRIN
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpur li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û ragihand ku ji 22’yê Hezîranê û vir ve hejmara kesên di êrîşên DYE’yê de jiyana xwe ji dest dane bû 38, hejmara birîndaran jî ji 400’ê derbas kiriye.